TEYRO
Dîsa bu qajeqaja wan
Li serê lat u qelaçan
Li serê zozanan û
Newalên bêbinî
Çiyayên asê û bêxwedî
Tenê bûne hêlîn û meskenên wan
Lêêê
Serma
Bahoz û firtone
Tev bun yek û
Bi ser wan de hatin
Bu sedema warê wan
Xezeba dîrokê
Bu cemed ava dargeçan
Nema dihat guhên wan
Şireşira sulavan
Li ber tofanê çun
Kewş û gîyayên hêlînên wan
Û azad azad gerîyan di himbêza gerdunê de
Ew bi tena serê xwe man
Di binê zinaran de
Ji wan re bun mazuvan şikeftên tarî
Xwe guherandin çîya û kandalên şîn
Ma reben warê azadîyê
Kumişîn xanîyên kevnare
Temenên ciwan bi dû wan de
Û tevde qelişî xweza
Da ku vebin gulên sosinî
Bo ku teyrên koçber dîsa başve werin
Teyro…!
Çima mayî bi tenê tu?
Bi kesera dilê te zanim ez
Li hêvîya te jî bun ev rojên tarî
Dorpêç buyî weke min
Axîna dilê min
Û kulên birîndaran
De wer e mehkumo…!
Silav bikin em stêrkên gerdunê
Bila em bibin mêvanên delalîya wan
Bêdengîya xweşîkbuna wan
Xofa dilê me
Xeml û şemala şevê
Û tîrijên ku ji wan diweşin
Wî tînin bîra me herdem
Şeveqe
Nema êdî sebra me
Waye dengê dîkên bergangê tê
Kulîlk vedibin li ber dengê wan
Şîyar bun dîsa ji xewa zilmê birîndar
Dubare kirin kesera hêvîyê
Û carek din rohnî bun
Şevên westîyayî
Bîne bîra xwe hêlîna xwe
Li hev bixe bazkên tenik
Hêviya min e sebra min
Êdî li ser te ye çavên min
Awirek bide girava şewitî
Qubla kurdan
Warê egîdan
Zîlhatin di dilê wan de
Hêvîya mezin
Hisreta giran
Hêza pî û milan
Ronîya çavan ya herî dawî ye
Çep digere dema bêbext
Tengasîya dilên qewîn
Mîna awirên zarokan
Bêdeng
Bi hêvî me ez
Li hêvîya hêvîyê
Lê kur dinalim
Nalîna min e strana min
Ew e herdem li ser zimanê min
Dikim nakim şa nabe dilê min
Deyax nakim ez
Aş nabe hêrsa min
De wer e teyrê min
Wer e bipirs e rewşa min
Ew gav ezê vala bikim
Û bibîne jana giran û kilam a bêdawî
Sal : 2000
SîWAN
Nihêrînek dilovan
Wechekî kenogirî
Mîna asîmanekî sayî
Û vekirî bi heybet
Çiqas delal dibiriqin
Stêrkên ji me dur
Diweşînin tîrêjên xwe
Dixemilînin tarîya şevê
Şev dibe bukek nu
Temaşevan e herdem heyv
Sîwana wê ye rindîya wê
Dibe gerden li ser bejna wê
Û dorpêç dike bi rengê xwe yê delal
Şewqa xofgirtî
Li hêviya wê ye berbanga sibê
Û bi xwe dihesin dîsa
Zîndîyên serxweş
Carek din şîyar dibin lawirên xwezayê
Mîna hergav
Tenê û bêdeng
Ango nihêrîneke kur
Ramaneke dewlemend e tim û tim
Car tê an jî dor
Dibe ken grî
Li ser lêvên qermoçek
Raserî hev dibin dilên şikestî
Û kezebên hilweşandî
SAL : 2000
MêVAN
Tenêyî mîna teyrekî
Li asîman
Çarenusa te ye qey
Bêmalî û bêwarî ?
Ew e ramana te
Mêrg û şînahî
Hêlînek azad û
Hisreta demên kevn
Nabe êdî ji te re ev der
Te asê kirin e siwarên sextekar
Di kemînê de ne nukulhesinên bêbext
Li hêvîya te ye neyar
Xofa te di dilê wan de
Girtine çar alîyên te
Biçe..!
Wextê te ye
Bibe serdanvan carcaran
Qet xema neke tu
Ezê li benda te bim
Da ku tu werî û
Carek din bibî mêvanê min
Ez jî mazuvan
Di binê zordarîyê de herdem
Li ber tava heyvê
Emê bikenin bi hev re
SAL: 2000
KESER
Çîya me ez
Di nava zîndana tarî de
Eger tu nizanibî
Ez vebêjim ji te re
Berxwedana dilê hesin
Asîmanê çarqozî û
Hêvîya dewlemend
Gulle me ez
Di devê mawzerê de
Giştî biteqim
Eger te ne dîtibe
Dikarim qalbikim
Bêhna bahrudê
Di nava bêsebrîyeke mezin de
Derya me ez
Sînga min zinar
Pêlên min in nefrîna min
Û stranên min in çîyayên dora min
Aş dikin hêrsa min
Heke hebin çavên te
Bibîn e kurahîya min
Şelale me ez
Dibim senfonî bi dengê xwe
Ji xwezayê re
Dilorînim û dibarînim keserên xwe
Bi qîma xwe diherikim
Min veduxwe axa tî
Da ku danisilim dilop dilop
Nava çem û nehrên har
Guhdar be ew gav
Ezê bibêjim û
Bidomînim stranên negotî
SAL:2000
GULA QERMIÇÎ
Çima ewqas bêmiruzî tu
Weşiyane pelên te yên rengîn
Xwar buye bejna te
Şikestine gulîyên te
Qelişîye qurma te gula min
Tu delalî
Tu bi kêfî
Dilgeşî tu li ber paca min
Pirr dijwar e rewşa te
Qet ne xweş e dilê te
Ez zanim bi êşa te
Lê dîsa rinde kenê te gula min
Tu şîn dibî ji nuvde
Xwe nu dikin pelên te
Gupik didin çaqên te
Vedibin kulîlkên te
Hay ji xwe heyî tu gula min
SAL : 2001
ÊŞ U EVÎN
Xwedîyên hestên kur
Dilên di dengasîyê de
Hêvîyên bê dawî
Evîna bi tenê
Tenêtîya bêdeng
Bêdengîyeke xeniqandî
Bi qîrîn
Qîrîna ku dilê min dixwîne
Dilên birîn
Tijî kerb û tijî kul
Tijî êş û nefrîn
Hawar u gazîn
Hêsîr maye welat
Nîvkuştiyên gurçikhesin
Bedenên di nava xwînê de
Xemilandî…
Xewn u ramanên hisretê
Hisreta mezin
Lê nayê dîtin evîna veşartî
SAL: 2001
XEZAL
Hê digerim
Heta ku bibînim te
Ezê bigerim xezal
Veke ji min re dilê xwe
U ez jî ji te re…
Ne bi dijwarî
Bi hêsanî…
Were parbikin em
Êşên xwe xezal…
Di kenê te de veşartîye her tişt
Di delalîya îştar de
U di şewqa heyvê de
Te bibînim ez
Li dilê min didî tu xezal
Karê min e ev
Ne dînim ez
Hêlîn vegirtîye
Li ser mêjîyê min
Lewra gerok im ez xezal
Mame tenê , saw digirim
Ez kuştim hisreta te
Hatime hêsîr kirin
Li van doran
Nakebe fikara min
Devjêberdan
Hê digerim
Da ku te bibînim
Ezê bigerim xezal
SAL: 2001
DEM
Çend bihar hatin u çun
Derbas bun çend zivistan
Germa havînê
Jana dilê min
Dibe cemed carcaran
Tavan tên bi lez
Li sînga min dixin
Teyrokên asîman
Ev e bextê min
U ewrên bargiran
Dibarînin kulên xwe
Pêre herdu çavên min
Dilerizin çongên min
Min sare u dicemide dilê min
Diburin li pey hev
Yek u yek
Demsalên rengîn
Kur u bêdeng e gerdun
Xofa dilê min e ew
Bêdawîye temenê min
Geh ax im, geh gîya
Geh gul im, geh kulîlik
Geh moz im
An jî mêş im ez li ser hungiv
Xweza ye dayîka min
Digerim
Difirim
Kêfa min e hêza min
Hevîya min strana min e
Nasekinim
Diherikim mîna şîpê
Ango rohnîye pêşîya min
SAL: 2001
HÊVÎ
Dîsa îro
Bi agir
Hatin şuştin
Bedenên ciwan
Hatin guvaştin
Dilên pritî
Xwe dur girt êdî
Mirina bêşerm
U kumişîn bircên zilmê
Ketin rê ji nuv de
Karwanên bêrîyê
Rêwîyên aşîtîyê
Dereng e…
Rê dur u mijgirtiye
Bila werin neqişandin
Kolanên bêkes
Jîyana nêvcî
Evîna bêmiraz
Bila dirêj bibin temenên kurt
Lîstokên zarokan
Zarokên ser u çav lewitî
Waye dihelîne roj
Bi tîrêjên xwe ewrên tarî… SAL:2001
CAREK DIN
Serma u seqem e
Xwe berdan ji zozanan
Refên qulingan
Zozanên berbiheyv
Awir didin hev
Lat u qelaç
Zinarên bilind
Li ser şînahîya xwe danin
Çêkirin carek din
Hêlînên hilweşandî
Weşandin purta xwe
Ji bo dîsa şînwerin
U ava bibin
Cî u warê bêxwedî
SAL:2001
XEWN
Li ser tarîya şevê
Ezmanekî vekirî
U rohnî
Seqem u hişksayî
Li ber bayê dileqin
Pelên daran
Xwar dibin bi ser hevdu de
U hev diramusin
Sipîdarên ser li ewr
Dilan digirin çaq u gulî
Li ber ronahîya heyvê
Azad in stêrkên asîman
Tarîya şevê dialêsin
Tu dibê qey…
Hêlîn vedane kerwanan
Bejna xwe xemiland xwezayê
Jinuvde…
Bi ser bala xwe dakirîye
Kirasê simokî
Dîsa kenîya bihara rengîn
Gul weşîyan ji wechê wê
Hev alastin mêrg u kanîyan
U paş ve hatin
Qulingên koçber SAL:2001
EW DIGIRiY
Tenê wêneyek
Menzelek
Dayîkek û
Di binê axa sar de
Bedenek bêzînd
Bêrîya salan
Weke kurbun û
Bêdengîya newalan
Bûye volqan
Di nava dil û gurçikan de birîn
Ne tebat
Û ne jî razan
LI hêvîya şêrînê ber dilê xwe
Bêsebrîyeke mezin
Çavên mîna sûlavan
Wêne...!
Menzela ji gul û çîçekan xemilandî
Weke pitikek çelînî
Li ber sînga pîroz
Axîn û hewara bêdeng
Diqetand wêneyê dilşewat
Ew digirîya
Û ez digirîyam
Jana nedîtinê
Dayîka reben
Dibû kûra agir dil û ceger
Odeyek bê pace
Mîna serayek bê derî
Zavayek dest hinekirî
Laşekî germ
Şêrekî diltenik
Û dayîka wî
Dorpêç kirîye menzel
Çav weke deştek bê av
Hêstrên kevirî diniqutin
Yek û yek
Û ez girîyam bi hêsîrî
De bilorîne..!
Bila bê guhê min dengê te
Weke nalîna bayê
Bila xwe berde nava dilê min
Bila rawestin hêstrên mindayîka min
Bila ji wechê te bibarin
Kulîlkên heskirinê
Û bistirîne
Bila xwe bihejînin dar û ber
Li ber dengê te
Lehengên neşûştî
Kilamên bêdawî
Stranên şoreşê bibêje ezgorî
Senfonîya xwezayê
Derguşên di erdê de
Bila nemînin tenê
Bilîlîne..!
Strana xwe bidomîne
Bila çîya bihejîne dengê zîz
Û carek din
Xêlçyê li darxîne dayîka min SAL : 2002
ÇAR CAN
Dîsa hatin kolan
Disa hatin kolan
Birînênên ser bedenên me
Û xwe şûştin bi çardehê tîrmehê
Her çar can
Deyax nekirin hestên me
Ji zulm û zordarîyê
Derizîn dilên qewîn
Dîsa jî têr nebûn
Û nabin tu caran ji hêvîya mezin
Hisret û bêrîya bêdawî
Birîn xwîn digirîn hersal
Dîsa bangî me kirin
Laşên pîroz
Bedenên diltenik
Di dergûşên erdê de
Dubare kirin kesera giran
Bilind kirin berxwedan
Çar can
Çar bejin
Çar dil û temenên ciwan
Dan me destên xwe
Û pêşkêş kirin stranên evînê
Yek û yek
Dîsa şîn bûn
Li ser dil û gurçikên me
Gul vebûn ji nûvde
Li ber gazî û hewara wan
Dîlan girtin û
Carek din bun stran
Li ser zimanên me
Ne kula sokrates
Û îskanek jehr
Ne biratîya Denîz
Û qetek kindir
Ne jî jana dilê prometeus
Zincîrên hesin
Aş nakin hêrsa me
Dîsa bû çardeh dîrok
Guherand pelên xwe yên qirêj
Ketin nava fikaran
Bi bîr hat êşa giran
Germahîya tîrmehê
Salvegera pîrozvwer
Niqutî dilan
Û dîsa agir dadan
Li ser bejna me
Weke biratîya Kemal
Û çîçek Alî
Mîna xeyrîyê simbêlsosin
Û Akîfê cindî
Ketin xewê em
Da kû xewna azadîyê pêk were SAL : 2002
DAYIKA MIN
Ku dilê te nexweş be
Ku hundirê te xwin bigrî
Bila wechê te vekirê be
Disa tu dev li ken be
Dayika min…
Ku beden bi agir be
Tu tim ceger hênik be
Heke tofan ji rabe
Tu disa diltenik be
Dayika min…
Ku barê te giran be
Tu tim û tim dijwar be
Çavên te li çîyan be
Tu dayîka şêran be
Dayika min…
Kul û xem bun para te
Jiyan li ser singa te
Ez dilxeş im li cem te
Sebra min nayê bê te dayika min SAL : 2002
TIR û KEVAN
Tu kevan û ez ji tîr
Teşta nên tîje hevîr
Xort çûn mane kal û pîr
Hey xenzîr kurê xenzîr
Kevana min a piştxwar
Çû nêçîrê nekir kar
Zarok man birçî li mal
Hey keftar kurê keftar
Ez û tu mane tenê
Mîna wan rojên berê
Vaye kevan kanî tîr
Hey kerê kurê kerê
Zivistan e pir sare
Ber û mij û dûman e
Tîr û kevanê bîne
Li hewşê gurek hare
Ka tîr û kevana min
Diçim seyda pezkovî
De rabe wext derenge
Hey rovî kurê rovî
Neçîevan im nêçîrvan
Xwedîyê tîr û kevan
Ma tu nizanî lawo
Hey heywan kurê heywan
Ez tîm e ka tasek av
Sî çûye pir tûje tav
Hewar e ez fetisîm
Hey sebav kurê sebav
Kevanê bavê mila
Tîrê deyne ser mila
Pir li te tê maşella
Hey fila kurê fila
Tîra min weke agir
Kevan jî mina bivir
Çima tu dikî zir zir
Hey kafir kurê kafir
Sibe ye dema kar e
Îro kar pir dijwar e
Nêçîra hirça har e
Wax li min lo hewar e SAL: 2002
ŞEHîD
Çîye jîyan
Ez bûm dilopek hesin
Û ez çûm
Ez dijîm
Nebêjin qey mirime ez
Bila bedena min bibe pir a aşîtîyê
An jî terhek fîdan
Ez li welatê pîroz im
Ez vegerîyam zaroktîya xwe
Ez firiyam
Bum mêvanê stêrkên gerdûnê
Ketim dergûşa xwe ya germ
Min bihejîne dayê
Bila negrîm ez
Jibo ez xweş razêm
Bila ez razêm ku ez herim welatê fikaran
Û ez bighîjim armanca xwe
Nesekine dayê
Bihejîne dergûşa min SAL : 2002
DAYîK û HISRET
Ey zeman !
Heke ez di hundurê te de
Azadîyek bi rûmet
Nedim çêkirin
Bila ez nejîm ”
Buye nefrîn kesra dilan
Di dil de zîl dide herdem
Dişewite…Dişewite
Derya sar û bêbinî
Kûr û dûr
Lê nayê dîtin hisreta min
Çi bikim ez
Hênik nabe kezeba min
Asê maye
Di gelîyan de nalîna min
Deyax nabe ev êş êdî
Jîyan bûye qebra tarî li min
Kanî hisreta min
Roja welatê min
Dayîkek stûxwar
Çav bûne rûbar û digrî
Mîna baran a biharê dibarîne
Derya sar û bêbinî
Kûr û dûr
Lî nayê dîtin hisreta min
Dilê min nake teammûl kurê min
Ez yextiyar im
Lê çiye mirin
Kî çû…kî hat
Hê ez li vir im
Ez namirim
Da ku were cih sonda min
Ez bi dilê şikestî
Bawer û cengawer im
Nêz imk ez ne dûr im
Ezê vemrînim agirê dilê xwe
Û ezê bighîjim armanca xwe
Lê ji kezeba şewitî dibêjim
Ax…ax û ax
Derya sar û bêbinî
Kûr û dûr
Lê nayê dîtin hisreta min
Çavên reş û belek
Brûyên gurr
Bejna bilind
Xewna zarokan
Ramana xortan
Naçe ji ber çaven min
Hêvîya min…
Gelo kengî bêjim kurê min
Û tû jî bêjî dayîka min
Bila êdî rast bibe xewna min
Ez dayîk im dayîk
Bihêlin ku ez dildar bibm
Û biramûsim herdû çavan
Bi dilekî germ
Bêhn bikim xwêdana wî
Û bila ez bimrim SAL : 2002
MEVAN
Mîna zarokekî sêwî
Û çavên gumandî
Tayên porê qirêj
Ku bi ser hinarokên rûyan de
Hatine xwar…
Ne gezek nan
An jî tasek av e xeyala wî
Xewn û raman
Dergûşek darînî
Kû bi destê dayîka wî
Were hejandin
Û li ber lorîna wê
Dengê zîz
Mîna senfonîya xwezayê
Di xeweke azad keve
Û xewnên evînê bibîne
De lorî kurê min
Di bêdengîya şevê de
Hêdî hêdî
Xwe berde nava dilê min SAL : 2002
HEST
Weke xwîna birîndaran dikelim
Şîrê pêsêrên dayîkên wan
Porên sipî
Çarîyên xwêdayî
Mîna cemeda ser dilên wan dihelim
Kizekiza kezebên perçebuyî
Û xwîna dilên peritî
Nalînên kûr
Bi ser kuştîyên neşûştîde
Grî û îskeîskên bêrîyê
Ne besin ez gorî
Di himbêzên dayîkên xwe de
Laşên bêzînd
Temenên ciwan
Û bedenên qulqulî
Di xewa şêrîn de
Di bin rêwîyên mêvandarîyê
Mêvandarîya heskirinê
Heskirina welatê birîndar
Xewna nêvcîmayî
Û xwêdana kedê
Kû bi ser çavan de dilop dilop diniqute
Xortekî dozvan
Li ber sînga dayîka xwe
Dayîka piştxwar
Di bin barê giran de
Kedeke dijwar rijandîye
Erê hevalo
Ez ji dizanim
Li te dereng e
Rêya te bê dawîye
Xewa te ya şêrîn
Li nava perên asîman
Di bin bazkên bayê de
Mêvandarîya lehengan
Lehengên di xewê de
Xewa zilmê
Ne hêsane ez heyran
De razê
Da kû rohnî bibe berb SAL: 2002
GIRTî
Gava kû min li ewrên sipî nihêrî
Li ber derabên hesin
Ket ser dilê min ji nîşka ve
Dilopek baranê
Welatên fikarên bêbext
Deyax nake dilê min
Wê gavê
Li ber kêsekên beton
Ezê bi ser dîwaran kevim
Û bêhnteng
Mîna şîpê
Ezê xwe bigînim deverên dûr
Ne dikarin min bigirin
Û ne jî ez disekinim
Ne zincîrên li ser zendan
Ne prangayên di lingan de
Nikarin zeft bikin fikara min
Buhuşta bê sînor
Ne voltayên sêgav
Ne jî sê – çar gotinên serdanê
Aş nakin sebr û mexseda min
Ezê xwe berdim şînahîya bêbinî
Weke pelekî kû ji dara xwe bikeve
Ûdi ser gund û bajaran re
Ezê bigerim û bibim mêvanê rojê SAL : 2002
EZ DIQîRIM
Ez diqîrim
Bila morîstan jî bibhîzin
Dengê min
Û şevşevînekên şermok
Bêhna min a dawîye ev
Doh, îro , û sibê
Di belabuna gerdûnê de
Diçe dengê min
Diqetîne ezmanê şîn
Diqelişîne awirên çavên min
Divê asîman jî bihîstibe
Axîna min
Di gure gura ewran de
Hîs dikim ez
Ewrên reş û lezgîn
Li efrîqa zarokekî birçî
Û zidîyên binê oqyanûsan jî
Bila werin hewara min
Ez diqîrim
Berî kû xelas be hêza min
Di kemînê de ne teyrên laşan
Di rastîya tenêtîyê de
Bêdeng
Yezdan di şînê de ne îro
Di kanîya çavên belek de
Û di quncikek tarî de
Tarîyeke qetran
Dilekî qewîn
Kû tenêtîyê baş dizane
Kes nikare bişkîne xulpokên hesin
Yek yar heye
Di çarenûsa me de
Bi xwînê hatîye nivîsandin
Li ser anîya me
Ez diqîrim
Di zîla kulîlkê de
Û reşka çavên dayîka min
Di pêlên deryayê de
Xwîn digirîn dil
Bedena min daduqultînin
Pêlên ji agir
Ew pêlên di bajarê pîroz de
Bila bişewitînin canê şêrîn
Û bila bibin xwelî
Di pîrozwerîya yar de
Kesek nema tê van dora êdî
Hay jê tune zerdeştê kal
Li ber tofanê çûne kevok
Dem riziyaye
Lib ber xezeba felekê
Qey nayê bîra te
Heskirina dilê pola
Û volqan
Ez diqîrim
Li serê min dixin
Berbangên sibê
Sor buye rojava tû dibê qey
Di şîyarbuna min de herroj
Şîyarbuna ji xewa şeveqê
Gava min li wêneyê te nihêrî
Ez cemidîm di tenêtîya te de
Bûn dojeh li min şevên dirêj
Şewq nadin êdî sterkên asîman
Belkî wan jî bihîstibe
Dengê yar ê tenê
Nikarin te ji te biqetînin
Ev ne ya dawîye
Û tu deman
Di kenê te de veşartîye hertişt
Awirên teyî tûj û şêrîn
Ji min re dibêjin
Min ji te heskir
Di vebuna gulan de
Carek din diqîrim
Di bêhna xwe ya dawî de
Û gerdûna bê encam
Gelo ma kesek tûne
Kû min guhdar bike
Hey keftarno ez gazî we dikim
We naşewitîne
Agirê prometeus
Di îsyanê de ne dil û ceger
Nevîyên seyid riza
Li kûyî tû ey yarê yaran SAL : 2002
KERB
Naxwazim binihêrim li we
Jan dide dilê min
Hêrs dibim ez
Perçewerçe dibim
Zerzeleye li ser bedena min
Dihejim
Dilerizim
Dişewitim
Dihelim
Mina mûmên vêketî
Gav gav tûne dibim
Bavêjin termê min
Bila bêhn bikeve laşê min
Naxwazim kes bigrî li ser min SAL : 2002
BIHARE
Şîyar bûm dîsa
Ji xewa sibê
Nû bû carek din şeveq
Ket pozê min mina hergav
Bêhna kulîlkên azad
Xweşik bûn ew
Ji xofa dilê min re
Û xweza xemilî dîsa
Li ber bêhna wan
Rûyê min alast bayekî hênik
Bihar e
Cejna teyr û sewalan e
Dibim hogir bi wan re
Kûlîlkan himbêz dikim
Pinpinîkên belek
Bêhna axa şêrîn hildibe
Çile diqewirîne havîn
Dikevim hêvîyan
Weke baranê dibarim
Diniqutim dilop dilpo
Dibim tuxmê azadîyê
Bihar e
Ji bo dîsa şînwerim
Û li ba bibim
Li ber germahîya rojê
Li ber tava heyvê
Ger ez mezin bibim
Divê jax berdim herderan
Min biçînin her bihar
Û min biçinin hersal SAL : 2002